62 sal bi ser şewata sînemaya Amûdê re derbas bû

Di 13ê mijdara sala 1960 de, karesatek li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê qewimî. Sînemaya bajêr şewitî û di nav de zêdetirî 280 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

14.11.2022, Pts - 05:05

62 sal bi ser şewata sînemaya Amûdê re derbas bû
Nuçe Belav bike

Berî 62 salan, 13yê Mijdara 1960î, li bajarokê Amûdê bûyereke dilşikên çê bû. Di wê roja xemgîn de, agirekî dijwar bi Sînemaya Amûdê ket û 280 zarokên wî bajarokî û derdorê, di nav dojeha wî agirî de, canên xwe jidest dan û bi dehan jî birîndar bûn û heta niha gelek ji wan behsa wê serpêhatiya xwe dikin.

Di wê rojê de, biryar bû, şagirtên dibistanê li filmekî bi navnîşana “Tawana Nîvê Şevê”, li ser Şoreşa Cezayirê, temaşe bikin, weke piştgiriyekê ji bo wê şoreşê.

Helbestvan Nuiman Gunreş diyar kir ku her sal wê bûyera agirê sînema Amûdê ku hêj dilê kurdan dişewitîne bibîr tînin.

Ji wê demê ve, heta niha, ne tenê xelkên Amûdê wê roja giran bibîr tînin, lê belê hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din ji Kurdistanê û Kurdên diyasopra jî, hevxemiya xwe nîşan didin ku ev yek ji dehên bobelatên mezin e ku, hatine serê gelê Kurd.

Gelek hunermend, nivîskar û helbestvanan, li ser vê trajerdyayê, berhemên taybet dahên kirine, ji bo ku rojeke nejibîrkirî be, di dîroka Kurd û Kurdistanê de, bi awayekî ku nifşek çîroka wê vediguhêze nifşekî din.

Welatiyê Amûdê Behrem Emîn got: “Şewata bûyera sînemaya Amûdê bi rastî bûyereke gelek xemgîn e. Her sal weke îro em wê bûyerê bibîr tînin.”

Sînemaya Amûdê, yan jî weke ku hinek wê bi “Komkujiya Sînemaya Amûdê” binav dikin, ji aliyê piraniya xelkê û nivîskaran ve, weke karekî bi mebest, ji aliyê desthilata wê demê ve, hatibû kirin, û heta niha jî, bi fermî ti alî yan kesek li ser encamdana wê bûyerê, nehatiye darizandin yan sizadan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:37:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x