Ajansa Rûsî: Amerîka 'vê gavê' dest ji pilana 'Kurdistana Sûriyê' berdaye!

Ajanseka Rûsî li ser “herêma aram” ya ku Tirkiye û Amerîka dixwazin li Rojavayê Kurdistanê ava bikin, şiroveyek balkêş kiriye û gotiye, ew çareyeka demkî ye û Amerîka ji ber wê jî “vê gavê” dest ji avakirina “Kurdistana Sûriyê” berdaye!

17.08.2019, Cts - 12:04

Ajansa Rûsî: Amerîka 'vê gavê' dest ji pilana 'Kurdistana Sûriyê' berdaye!
Nuçe Belav bike

Ajansa Rûsî ya bi navê EuroAsia Daily (EADaily) analîzek li ser “herêma aram” ya ku Tirkiye û Amerîka dixwazin ji bona “nehîştina nîgeraniyên Tirkiyê” li Rojavayê Kurdistanê ava bikin, belav kiriye.

Di analîzê de hatiye gotin, armanca Amerîka ew e li bakûrê Sûriyê “Kurdistanekî” ava bike lê vê gavê ji ber “herêma aram” ew pilan daniye aliyekî!

Wê ajansa Rûsî her wiha daye zanîn, Amerîka ji bo nehîştina nîgeraniyên Tirkiyê çareyek demkî bi navê “herêma aram” dîtiye û Tirkiye razî kiriye bi PKK û YPGê re bi veşartî hevdîtin bike. Helbet ev jî dê bibe sebeba lawazbûna pêgeha AKP û Erdogan li Tirkiyê.

Di şiroveya wê ajansê de hatiye gotin, netîceya herî kirîtîk, yak ku ji rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê li ser “herêma aram” derketiye, ew e ku Tirkiyê dest ji hizra operasyona li dijî rojhilatê Firatê berda, ji ber ku dema Tirkiyê dît eger êrişî rojhilatê Firatê bike dê pêwendiyên wî welatî û Amerîka bi temamî xira bibin.

Ajansa EADaily ragihandiye, qesta Amerîka ji avakirina “herêma aram” kêmkirina nifûza Tirkiyê li Sûriyê ye û dixwaze statûyek siyasî bo şervanên kurd bi dest bîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 770 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:24:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x