Êvariya do 7ê Cotmehê karwaneke alîkariya leşkerî bo hêzên HSDê bi deriyê Semelkayê re gihîşte bajarê Qamişlo.
Karwanek ji 70 barhilgiran pêk dihat îşev bi rêya deriyê sînorî Semelkayê re derbasî Rojava Kurdistanê bû.
Ev alîkariyên serbazî ji çek, otomobîlên serbazî û alîkariyên lojîstik li xwe digre.
Ev alîkariyên leşkerî bi şev gihîtin bajarê Qamişlo û ji vir ve bo deverên din ên di bin kontrola HSDê de hatin şandin.
Şandina van alîkariyên leşkerî bo HSDê piştî pêşhatşn îro yên derbarê Rojavayê Kurdistanê bo egera destpêkirina êrişa Tirkiyê bo ser herêmên rojhilatê Firatê tê.