Almanya: Pevçûnên di navbera HSD û hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de dê bibin karesat

Berpirsekî pilebilind ê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê got, "Pevçûnên di navbera HSD û hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de dê ji bo sivîlan bibin karesat."

23.12.2024, Pts - 10:18

Almanya: Pevçûnên di navbera HSD û hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de dê bibin karesat
Nuçe Belav bike

Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel bi rêya telefonê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDyê Mezlûm Ebdî re axivî.

Tobias Tunkel derbarê naveroka axaftina xwe ya bi Mezlûm Ebdî re li hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

Tobias Tunkel di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Di pêwendiya telefoni ya bi Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî re de min behsa zêdebûna aloziya li Kobaniyê û avêtina gavên bilêz ên ji bo kêmkirina vê aloziyê kir.

Pevçûnê di navbera HSD û hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de dê ji bo sivîlan bibin karesat.

Ev rewş dê hewldanên navneteweyî yên ji bo têkoşîna li dijî terorê asteng bike û pêvajoya li Sûriyeyê bi awayekî cidî têxe zehmetiyê."

 

Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x