Amerîka gotiye, kî êrîşî Minbicê bike, em ê bersivê bidin

Tê gotin ku piştî Tirkiyeyê ragihand ku dê "operasyonê li Minbicê bike", tevgera leşkerî li wê derê zêde bûye. Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî HSDê Ebû Adilî got, "leşkerên amerîkî soz daye wan, kî êrîşî Minbicê bike dê bersivê bidin" û diyar kir ku Amerîkayê hêza xwe ya leşkerî zêde kiriye."

20.04.2018, Cum - 07:32

Amerîka gotiye, kî êrîşî Minbicê bike, em ê bersivê bidin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tevegera leşkerî li Minbicê zêde dibe ku Tirkiyeyê berî demekê ragihandibû ku dê operasyonekê li wê derê pêk bîne. Hat zanîn ku Amerîkayê çek û leşker şandine Minbicê û dewriyeyan li ser sînorê wê herêmê digerîne.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî HSDê, Ebû Adil ji Sputnikê re axift.

Ebû Adilî destnîşan kir ku piştî gefên Tirkiyeyê yên li ser Minbicê, Amerîkayê hebûna xwe ya leşkerî li herêmê zêde kir û got,"Me berî du salan bi hêzên hevpeymaniya Amerîka pêşengiya wan dike, Minbic ji DAIŞê paqij kir. Ji dema me paqij kiriye û heta niha, em li gel hêzên hevpeymaniya Amerîka pêşengiya wê dike li Minbicê ne. Me ew daxuyaniyên Tirkiyeyê yên dibêjin, em ê têkevin bajarî ji rayedarên amerîkî pirsîn. Leşkerên amerîkî ji me re got, kî êrîşî Minbicê bike, em ê bersivê bidinê. Em ê jî êrîş bikin. Wan got, ti kêşe tine. Piştî daxuyaniyên Tirkiyeyê, Amerîka 24 saetan dewriyeyan li Minbicê digerîne."

Herwiha Ebû Adilî teqez kir, eger Tirkiye êrîş bike dê heta dawî di ber xwe de bidin û got, "em zarokên Minbicê ne. Em ê bajarî heta dawî biparêzin. Kî êrîş bike, bila bike, em ê di ber xwe de bidin. Em li daxuyaniyên Tirkiyeyê yên derbarê Minbicê de bi cidiyet dinerin. Em li gorî wê bergiriyên xwe digirin. Me li himberî êrîşeke muhtemel hemû amadekariyên xwe kirine. Piştî wan daxuyaniyên Tirkiyeyê yên li dijî Minbicê, tirsek di nav gelê Minbicê de çêbû lê hatina hêzên hevpeymaniyê û hevdîtina wan li gel xelkê, rewş aram kir. Hesteke ji ewlehiyê li ba xelkê çêbû. Niha rewş li bajarê Minbicê asayî ye. Jiyan li wê derê bi awayekî asayî dewam dike."

Adil diyar kir ku hêzên YPG û HSDê li Minbicê tine ne û piştî ku Minbic ji destê DAIŞê hat stendin, ew hêz çûn rojhilatê Firatê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 854 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:50:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x