Netanyahu Xamineyî tehdîd kir: Li Îranê parêzbendiya ti kesî tune

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî bi suîqestê tehdîd kir û diyar kir ku wî ferman daye artêşê ku li Îranê parêzbendiya ti kesî tune.

20.06.2025, Cum - 14:35

Netanyahu Xamineyî tehdîd kir: Li Îranê parêzbendiya ti kesî tune
Nuçe Belav bike

Netanyahu doh ji televizyona dewletê ya Îsraîlê (KAN) re axivî.

Serokwezîrê Îsraîlê li ser gotinên Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ên li ser kuştina Xamineyî, wiha got, "Min ferman da artêşê ku li Îranê parêzbendiya ti kesî tune.

Pêwîstî bi zêdetir şîrovekirinê nîne, bila bûyer bi xwe biaxivin."

Netanyahu îdia kir ku armanca Îsraîlê ne rûxandina rejîma Îranê ye

Netanyahu li ser armanckirina bernameya atomî ya Îranê jî axivî û eşkere kir ku Îsraîl xwedî şiyana lêdana hemû tesîsên atomî yên li Îranê ye.

Netanyahu da zanîn ku armanca Îsraîlê ne rûxandina rejîma Îranê ye û wiha got: "Rûxîna rejîmê dibe ku bibe encamek lê armanc ne ev e. Ev biryarek e ku gelê Îranê dê bide."

"Pîlotên Amerîkî dronan dixin"

Netanyahu diyar kir ku ew ji bo êrişkirina ser Îranê li benda çiraya kesk a Amerîkayê namînin lê bi pesindayînê behsa piştgiriya rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump da û wiha domand:

"Ew di warê parastinê de bi awayekî bê kêmasî alîkariya me dikin, pîlotên Amerîkî hene ku dronan dixin.

Her wiha Amerîka bi sîstema parastina asmanî ya mûşekên balîstîk a THAADê jî alîkariya me dike."

Yisrael Katz îro li bajarê Holonê yê nêzîkî Tel Evîvê ku di êrişa berbangê de hatibû armanckirin, ji rojnamegeran re gotibû, "Dîktatorekî wekî Xamineyî nikare hebûna xwe bidomîne."

Netanyahu jî, di serdana xwe ya Nexweşxaneya Soroka ya li bajarê Bîr el-Sebayê eşkere kiribû ku ew dikarin li dijî Xamineyî sûîqestê pêk bînin û destnîşan kiribû ku hemû vebijêrk li ser masê ne.

Ji berbanga 13ê Hezîranê ve şerê Îran û Îsraîlê bi tundî berdewam dike.

Îran bi dron û mûşekan êrişî Îsraîlê dike û Îsraîl jî navendên stratejîk û tesîsên atomî yên Îranê bombebaran dike.

Li gorî berpirsên Îranê heta niha ji ber êrişên Îsraîlê 224 kes hatine kuştin û zêdetirî 1000 kesî jî birîndar bûne.

Li aliyê din, di êrişên bersivdanê yên Îranê jî de li Îsraîlê 24 kes hatine kuştin û zêdetirî 500 kesî birîndar bûne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 129 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:46:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x