Artêşa Îsraîlê derbarê şeva 7an a êrişên wan ên li Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên asmanî yên Îsraîlê li Tehranê bi dehan baregeh û saziyên leşkerî yên Îranê û navendên lêkolînên atomî bombebaran kirine.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku zêdetir ji 60 balafirên şer beşdarî êrişan bûn û 120 bombe û mûşek avêtin.
Îsraîlê da zanîn ku hedefên wan “çend navendên pîşesaziya hilberîna mûşekan” li Tehranê li xwe digirt ku wekî “navendên pîşesaziyê yên Wezareta Parastina Îranê” kar dikirin.
Artêşa Îsraîlê derbarê êrişên şeva borî anî ziman:
“Di nava hedefen de navendên pîşesaziyê yên leşkerî yên hilberîna parçeyên mûşekan û saziyên çêkirina madeyên xav hebûn ku ji bo çêkirina mûşekan tên bikaranîn.”
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişên xwe de wan navenda sereke ya lêkolîna bernameyê atomî ya Îranê bombebaran kiriye.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de her wiha da zanîn:
“Navend ji bo lêkolîn û bipêşxistina teknolojiya bipêşketî û çekan ji bo şiyanên leşkerî yên rejîma Îranê dixebitî.
Ev navend sala 2011ê ji aliyê damezrînerê bernameya çekên atomî ya Îranê Mohsen Fexrîzade ve hatiye avakirin.”
Artêşa Îsraîlê amaje bi navendeke din jî kiriye ku hatiye hedefgirtin ku ji bo çêkirina “parçeyên sereke ji bo bernameya çekê atomî ya Îranê” hatiye bikaranîn.