Encûmena Wezîran bi serperiştiya Mesrûr Barzanî dicive

Bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna cîgirê wî Qubad Talebanî, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 18ê Hezîrana 2025ê) dicive û danûstandinan li ser sê bendan dike.

18.06.2025, Çar - 10:26

Encûmena Wezîran bi serperiştiya Mesrûr Barzanî dicive
Nuçe Belav bike

Nivîsîngeha Medya û Zanyaran ragihand, “Di benda yekê ya wê civînê de, rewşa dawiyê ya deverê, şer, alozî, pêşhatên siyasî, leşkerî û ewlehî û bandora wan li ser Herêma Kurdistanê tên gengeşekirin.”

Di benda duyê de pêşniyara Wezareta Navxwe ji bo dirêjkirina dema karkirinê bi biryara Encûmena Wezîran ji bo kêmkirina sizayên trafîkê bi rêjeya 20% ji bo şeş mehên din (1ê Tîrmeha 2025ê heta 31ê Berçileya 2025ê) tê gengeşekirin.

Di benda sêyê de, biryara berê ya Encûmena Wezîran di civîna hejmar 159 a 19ê Adara 2025ê de ya girêdayî damezrandina derçûyên Kolîja Pizişkiya Giştî û berçavkirina bersiva Wezareta Darayî ya Federal li ser vê mijarê bi nivîsara wan a hejmar 1162 a 9ê Nîsana 2025ê tên şopandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 78 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:13:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x