Amerîkayê derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got “Amerîka ji kiryarên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê bi taybetî yên ku bandorê li sivîlan dikin û binesaziyên sivîlan dikin armanc bi fikar e.”

07.10.2023, Cts - 08:55

Amerîkayê derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

erdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bersiva pirsên nûnerê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde da.

Matthew Miller destnîşan kir ku helwesta Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê neguheriye û wiha got:

“Helwesta me ya li ser Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) nehatiye guherîn.

Amerîka nîgeran e ji kiryarên leşkerî li bakurê Sûriyê, nemaze yên ku bandorê li sivîlan dikin û jêrxaneyên sivîlan dikin armanc.

Ew bandorê li operasyonên me yên têkbirina DAIŞê dikin."

Matthew Miller diyar kir ku divê hêzên li herêmê rêzê li herêmên ku agirbest lê hatiye dayin û wiha berdewam kir:

Helwesta me neguheriye: Em bi berdewamî piştgiriya parastina xetên agirbestê yên heyî dikin.

Girîng e ku hemû alî herêmên agirbestê biparêzin û rêzê li wan bigrin da ku aramiyê li Sûriyê zêde bikin û ji bo çareseriya siyasî ya aloziyê kar bikin.”

Piştî êrişa 1ê Çiriya Pêşîn a 2023yan a li Enqereyê, ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û Saziya Îstixbaratê ve li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê operasyonên hewayî yên berfireh hatibûnn destpêkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kiribû ku êrişkar ji Rojavayê Kurdistanê hatine.

Hakan Fîdan herwiha diyar kir ku ew dê li Rojavayê Kurdistanê tesîsên hilberîna enerjiyê û binesaziyê bikin armanc.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:13:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x