Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka bi sedan leşkerên Amerîkî û 250 barhilgirên çek û pêwîstiyên leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, êvara Pêncşemê, Hevpeymaniya Navdewletî 250 barhilgir çek û pêwîstiyên leşkerî derbasî balefirgeha leşkerî ya Kobanê, Eyn Îsa, Reqa û Tiltemirê kir.
Herwiha tekez kir, bi sedan leşkerên Amerîkî jî di heyama 24 demjimêrên borî de derbasî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bûn.
Li gor hin raportên çapemeniyê jî, Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihandiye ku bi armanca piştgiriya hêzên wan di dema vekişandina ji Sûriyê de, dê hêzeke nû bişînin wî welatî.