Amerîka dixwaze Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas bike

Çavkaniyekê dîplomatîkê rojavayî aşkera kir, ku Amerîka dixwaze li Herêma Rojhilatê Firatê karê xwe yê dîplomatîk xurt bike û tekez kir, ku Amerîka dê pênasîna dîplomatîk bi deverên di bin kontrola YPGê de bike, ku rêveberiyên xweser li wê herêmê hene û Federasyona Bakurê Sûriyê li wê derê hatiye ragihandin.

08.01.2018, Pts - 06:12

Amerîka dixwaze Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas bike
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekê dîplomatîk ku ji rojnameya Şerq el Ewset a erebî ya çapa Londonê re axiviye, diyar kiriye, ku Amerîka dê 10 pêngavan ji bo bihêzkirina pêgehê xwe li Rojhilatê Firatê anko Rojavayê Kurdistanê bihavêje.

Li gor çavkaniyê, Amerîka dê dîplomatkaran bişîne rojhilatê Firatê, encûmenên xwecihî bihêz bike, jêrxaneyên herêmê ava bike û rahênan û perwerdeyê bi saziyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bike.

Heman çavkaniyê eşkere kiriye, Amerîka dê binkeyên xwe yên serbazî li herêmê bihêle û karên dîplomatîk li wê herêmê jî zêdetir bike.

Li gorî çavkaniyê, armanc ji van pêngavên Amerîkayê, bihêzkirina pêgehê xwe li hember Rûsyayê û kêmkirina bandora Îranê li Sûriyê ye.

Herêmên li rojhilatê çemê Firatê di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne, ku di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê ne.

Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de û bi taybet di operasyonên Minbic, Reqa, Tebqa û rojhilatê Dêrezorê de piştevanî li YPGê û HSDê kir. Amerîkayê herwiha li Rojavayê Kurdistanê û deverên rojhilatê Firatê çend binke û navendên leşkerî vekirine, ku giringtirînê wan li Rimêlanê ye.

Berpirsên YPGê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Demorkatîk ku kontrola herêmê di destê wê partiyê de ye, pêştir çendîn caran daxwaz ji Amerîkayê kiribûn, ku asta pêwendiyên xwe bi wan re leşkerî ve derbasî qonaxa siyasî bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:58:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x