Amerîka: Eger heye ji sedî 50ê şêniyên Kampa Holê bibin çekdarên DAIŞê

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di raporeke xwe de da zanîn ku “Eger heye ji sedî 50ê şêniyên Kampa Holê bibin çekdarên DAIŞê.”

08.12.2023, Cum - 07:54

Amerîka: Eger heye ji sedî 50ê şêniyên Kampa Holê bibin çekdarên DAIŞê
Nuçe Belav bike

Ofîsa Rûbirûbûna Terorê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di rapora xwe ya nîvê salê de eşkere kir, eger heye zarokên ji 12 salî biçûktir ên li Kampa Holê di paşerojê de bibin çekdarên DAIŞê.

Li gorî raporê, îsal 14 welatan zêdeyî 3 hezar û 500 welatiyên xwe ji Kampa Holê vegerandine.

Herwiha sala 2022yan jî 13 welatan 3 hezar welatiyên xwe ji Kampa Holê vegerandibûn.

Li gorî heman raporê, niha nêzîkî 9 hezar çekdarên DAIŞê yên berê li ba Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) girtî ne.

Rapor amaje pê dike ku ev DAIŞiyên berê ewlehiya herêmê dixin metirsiyê û divê li welatên xwe werin vegerandin.

Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, çekdarên DAIŞê û malbatên wan li vê kampê dimînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 280 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:23:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x