Amnestyê ji YPJyê xwest ku cihê keçekê eşkere bike

Rêxistina Amnesty Internationalê bangî Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) kir ku cihê keçeke Kurd a ji Kobaniyê ku nêzîkî 10 mehan e ye eşkere bike.

30.01.2024, Sal - 19:01

Amnestyê ji YPJyê xwest ku cihê keçekê eşkere bike
Nuçe Belav bike

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) têkildarî keça winda ya ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.

Amnesty Internationalê ragihand ku Fîda Mihemed Qasim (18) roja 6ê Nîsana 2023yan dema ji kursa fêrbûna zimanê Îngilîzî vedigeriya malê winda bûye.

Rêxistina navneteweyî diyar kir ku Fîda tevlî refên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) hatiye kirin ku ev jî li dijî yasayên Rêveberiya Xweser e.

Amnestyê herwiha anî ziman ku keça Kurd ji dema hatiye birin ve destûr nehatiye dayîn ku bi xizmên xwe re pêwendiyê dayîne û ev jî “li dijî hiqûqa navneteweyî” ye.

Çavkaniyeke nêzîkî Fîdayê ji Amnestyê re ragihandiye, piştî windabûna Fîdayê bi nêzîkî du hefteyan hejmarek endamên YPJyê çûne mala Fîdayê û gotine ku keça wan bi xwe tevlî YPJyê bûye.

Amnesty Internationalê diyar kir ku divê YPJ cihê Fîdayê eşkere bike û bihêle ku ew bi malbata xwe re biaxive.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hêzeke ku ji jinan pêk tê û di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de cih digire.

Nêzîkî 25 hezar endamên YPJyê hene ku piraniya wan Kurd in lê ji komên etnîkî yên din jin hene di nav de.

Neteweyên Yekbûyî ji ber çekdarkirina zarokan nîgeran e.

Di Hezîrana 2023yan de rêxistina navdewletî raporek belav kir.

Di raporê de hat gotin ku hejmara zarokên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine çekdarkirin di sê salên borî de zêde bûye û sala 2020ê gihiştiye 813 zarokan.

Sala 2021ê bûye hezar û 296 zarok û sala 2022yan jî ev hejmar gihiştiye hezar û 969an.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:51:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x