Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundê Um El-Qura yê navçeya Şehbayê topbaran kirin
Li gor çavkaniyên xwecehî, îro 27ê Tebaxê, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirê wê gundê Um El-Qura yê navçeya Şehbayê topbaran kirine.
Li gor zanyariyan topbaran heta demijmêr 8:00 serê sibehê berdewam bû, lê ti zanyarî derbarê zerar û ziyanan de nehatine belavkirin.
Roja 26ê Tebaxê jî hêzên Tirkiyê û çekdar ên alîgirê wê gundên Mişêrfê, Siwêdiyê û rêya M4 yên navçeya Eyn Îsa topbaran kiribûn.