Artêşa Tirkiyê gundên derdora Efrînê topbaran dike

Ajansa Hawarê belav kiriye, ku artêşa Tirkiyê ji bingeha serbazî ya Sîcê ya li ser sînorên Efrînê û Bakurê Kurdistanê, gundê Merwaniyê yê navçeya Şiyê ya ser bi Cindirêsê ve topbaran kir. Herwiha du rokêtên katyoşa jî li malên sivîlan li gundê Girzîle yê girêdayî navçeya Şêrawa ketin.

18.01.2018, Per - 09:25

Artêşa Tirkiyê gundên derdora Efrînê topbaran dike
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên Hawarê, 3 top li gundên Şadîra û Îskayê ketine û hatiye ragihandin ku artêşa Tirkiyê ji keleha Sem`anê derdora gundê Celeme yê navçeya Şêrawa topbaran kiriye.

Heman ajansê li ser zimanê jêderên xwecihî diyar kir, ku arêtşa Tirkiyê ji Ezazê ve, gundên Beyloniya, Malikiyê û Eyn Deqna yên navçeya Şera topbaran kiriye.

Derbarê ziyanan heya niha ti amar û zanyarî belav nebûne.

Ev yek di demekê de ye, ku ev çend roj in Tirkiye hêzên xwe li ser sînor kom dike, bi mebesta encamdana operasyonekê li ser Efrînê, berî niha jî peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê û cîgirê serokê encûmena wezîran ya Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand: "Pilana êrîşa li ser Efrînê bi awayekî hatiye danîn, ku pêwîst e zanyariyên wê nihênî bin û ti zanyarî li ser destpêkirin û berdewamî û bidawîhatina wê operasyonê eşkere nebin".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:53:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x