Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê, herêma li ser sinorê bajarê Efrîn ku dikeve rojhilata bakûrê navenda Îdlîbê li Keleha Sîmon bicihbûye.
Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) li Sûriyeyê ji bo herêmên biewlê avakirina noqteyên çavderiyê didomîne. Artêşa tirk herî dawî li Sûriyeyê li bakurê rojhilatê Idlîbê li Keleha Sîmon a ku dikeve sînorê Efrînê bi cih bû. Bi vî şeklê Tirkiyê herêmên di bin kontrola YPG û navbera Efrînê de hemû deverên başûrê Efrînê xist di bin kontrola xwe.
Tirkiye, ji aliyêkî ve xebatên avakirina noqteyên çavdêrî ji aliyê din ve jî sewkiyata xwe ya zirxpoşên leşkerî ji bo Idlîba Sûriyeyê diomîne. Artêşa tirk berê li gundê Salveyê û niha jî li herêma Daret Izzayê bi cih bû.
Li gorî zanyariyan, 80 leşkerên tirk, li Keleha Sîmona ku nêzî sînorê Efrînê ye noqteya kontrolê ava kir. Ji Keleka Sîmonê çend kîlometro bi pêş de YPG nobedê digre.