Asayişa Rojava: Hêzên me planeke DAIŞê pûç kirin

Navenda Ragihandina Giştî ya Asayişê di daxuyaniyekê de ragihand ku şaneyên DAIŞ plan kiribûn ku êrîşî hêzên pasevaniya Kampa Holê bikin.

21.09.2022, Çar - 05:41

Asayişa Rojava: Hêzên me planeke DAIŞê pûç kirin
Nuçe Belav bike

Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan planeke DAIŞê li dijî Kampa Holê ya Li Hesekê pûç kirine.

Li gor daxuyaniyê, di encama wergirtina agahiyan derbarê planê de, Hêzên Asayişê yên Rêvberiya Xweser rûbirûyê şaneyên DAIŞê bûne.

Di encamê de, hejmarek çekdarên DAIŞê hatine kuştin û hejmareke din jî dîl hatine girtin.

Hêzên Asayişê dan zanîn ku operasyona pişkinîn û lêgerînê hîn berdewam e û dema ku bi dawî bibe ew ê hûrgiliyan belav bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:31:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x