Asayişê 6 endamên DAIŞê li rojavayê bajarê Dêrazorê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) ragihand, hêzên wan 6 endamên DAIŞê li rojavayê bajarê Dêrazorê girtin.

23.10.2023, Pts - 09:20

Asayişê 6 endamên DAIŞê li rojavayê bajarê Dêrazorê girtin
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan hêzên wan duhî 22ê Cotmehê di operasyoneke taybet de 6 endamên şaneyeke DAIŞê li rojavayê bajarê Dêrazorê girtine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonê de hejmarek çek û teqmenî û cebiilxane jî hatin desteserkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî duhî ragihandibû ku hêzên wan endamekî DAIŞê ku amadekariyên êrîşên terorî dikir, li parêzgeha Hesekê girt.

HSDê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê roja 23ê Adara 2019an bajarokê Baxozê ku dawî devera di destê DAIŞê de bû, kontrol kir. Bi wê yekê re jî HSDê ragihand ku şerê wê li dijî DAIŞê derbasî qonaxeke nû bû, ew jî qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 192 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:32:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x