Balyozxaneya Amerîkayê: Divê êrişên li ser ofîsên ENKSyê demildest rawestin

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê got, “Divê êrişên li ser ofîsên ENKSyê demildest rawestin.”

08.03.2024, Cum - 11:31

Balyozxaneya Amerîkayê: Divê êrişên li ser ofîsên ENKSyê demildest rawestin
Nuçe Belav bike

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de got:

“Em bi dilgiranî li wan nûçeyan dinêrin ku di wan de qala êrişên li ser Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) tê kirin.

Em dixwazin ku ev êriş demildest bên rawestandin.”

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê ji hemû aliyan xwest ku “Ji bo bicihanîna xwestekên gelê Sûriyeyê dest bi diyalogeke aştiyane bikin.”

Çi bûbû?

1ê Adarê li Kobaniyê erişî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) hat kirin.

Li gorî zanyariyên ku ji Rûdawê re hatine ragihandin, di encama êrişê de kelûpelên li ofîsê hatine têkdan û şikandin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSyê Silêman Oso ji Rûdawê re ragihand:

“Êriş ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye kirin û navenda me hatiye şewitandin.”

Li hêla din, heta niha Rêveberiya Xweser li ser bûyerê ti daxuyanî belav nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:46:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x