Baregeha Hevpeymanan a li kêlgeha Omer rastî êrîşeke mûşekî hat

Mezintirîn baregeha Amerîkî li Sûriyê rastî êrîşekê hat û Fermandariya Navendî ya Amerîka jî radigihîne, ev êrîş bê ziyan bû.

19.09.2022, Pts - 07:48

Baregeha Hevpeymanan a li kêlgeha Omer rastî êrîşeke mûşekî hat
Nuçe Belav bike

Fermandariya Navendî ya Amerîka ragihand, duh êvarê baregeha Hevpeymaniya Navdewletî li gundê Kesk li nêzîkî kêlgeha Omer ya petrolê li başûrê rojhilatê Dêrazorê rastî êrîşeke bi mûşekan hat.

Diyar kir jî, êrîş bi 3 roketên 107 mm hatiye kirin û cihê ku jê hatine avêtin bi qasî 5 kîlometreyan dûrî baregeha Amerîkî ye. Ev êrîş serkeftî nebûye û ti ziyan jê derneketine.

Destnîşan kirin jî, “Hêzên Amerîkayê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê li ser bûyerê lêkolînê dikin.”

Kêlgeha Omer a petrolê li başûrê rojhilatê Dêrazorê ye û baregeheke mezin a Hevpeymaniya Navdewletî lê ye û gelek caran ji aliyê mîlîşyayên ser bi Îranê ve rastî êrîşan hatiye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku teqînên ku li nêzîkî baregeha li zeviya petrolê ya El-Omer hatine bihîstin ji ber tetbîqatên leşkerî yên hevbeş di navbera QSD û Hevpeymaniya Navdewletî de pêk hatine.

SOHR herwiha îdia kir ku nûçeyên medyaya xwecihî yên derbarê êrîşa li ser baregeha "qada petrolê ya el-Omer" bi tevahî nerast in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:51:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x