Baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî li Hesekê hat armanckirin

Grûpa Berxwedana Îslamî li Iraqê bi donekê baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê kirin armanc.

07.01.2024, Paz - 15:56

Baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî li Hesekê hat armanckirin
Nuçe Belav bike

Grûpa Berxwedana Îslamî li Iraqê îro 7ê Çileyê di daxuyaniyekê de ragihand, wan bi donekê êrîşî baregeheke Qesrikê ya Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Hesekê kirine û êrîş jî gihîştiye armanca xwe.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got, sîstema berevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî kariye wê dronê berî ku bigihe armanca xwe bixînin xwarê.

Ji piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de di 7ê Cotmeha 2013an ve, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Ji 19ê Cotmeha 2023an ve, grûpên çekdaran 79 caran baregehên Amerîkî û Hevpeymanan li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyê kirine armanc.

Li hember vê yekê, Amerîka çendîn caran milîsên alîgirên Îranê li Iraq û Sûriyeyê bombebaran kirine. Herî dawî jî roja 4ê vê mehê baregeha Tevgera Nûceba ya ser bi Heşda Şeibî ve hat armanckirin û di encamê de 3 serkirde hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:36:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x