Serok Mesûd Barzanî ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Belcîkayê Alexander De Croo civiya û di civînê de Cîgirê Serokwezîr Belcîkayê pîrozbahî li hilbijartina Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir.
li navçeya Selahedîn a Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr Belcîkayê Alexander De Croo cviya û Komîsyarê Yekîtiya Ewropa yê Hevkariyên Mirovî Kristos Spelanz kir.
Di hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîrê Belçîka rola Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê ya li hemberî şerê DAIŞ û dirustkirina aramiya li navçeyê bi bîr xist hebû û ragihand ku hatina wan piştrastkirina wê peyamê ye ku Yekîtiya Ewrupa û Belcîka piştgîriya wan hewlan dikin ku li Kurdistan û Iraqê ji bo pêşketin û pêkanîna aramî û rûbirûbûna terorê.
Alexander De Croo tekez kir ku hêj karê zêde maye ku pêwîste bê encamdan, ji bo wê yekê jî Belcîka û Yekîtiya Ewropa wekî hevbeşê Herêma Kurdistanê dimînin û pabendî vê hevbeşiyê dibin.
Di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê De Croo pîrozbahiya Serok Barzanî kir ji bo hilbijartina Seroka Parlementoya Kurdistanê û ew yek bi hengavekî erênî li pêşveçûna proseya siyasiya Herêmê da zanîn.
Şandê tekez li wê yekê jî kir ku aramî û xweşguzeraniya Iraq û Kurdistanê ji bo Yekîtiya Ewropa girîngiyeke xwe ya taybetî heye.
Cîgirê Serokwezîrê Belçîka herwiha spasiya dam û dezgehên Herêma Kurdistanê jî kir ku di dema qeyran û gefan de hevkariya Yekîtiya Ewropa û cîhanê bûne bi taybet li pirsa terorê û hevkarîkirina koçber û penaberan.
Serok Barzanî jî spasî li Belçîka û Yekîtiya Ewrupa û welatên hevpeymaniya navdewletî li kir ku li şerê dijî DAIŞê piştevanê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û wan hevkariyan encameke baş hebûye.
Di derbarê proseya siyasiya Herêmê jî Serok Barzanî ji bilî balkişandina girîngî û dîrokîbûna herdu hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û hilbijartina Parlemena Kurdistanê, hilbijartina yekem jin bi Seroka Parlamentoya Kurdistanê û herwiha cîgirekî jin ji bo Serokayetiya Parlementoyê bi girîngî da zanîn.
Di beşekî din ê civînê de gefên hizra teror û tundiya li ser asayîşa navçeyê û cîhanê guftûgo kirin û herdu alî li ser nehiştina terorê hevrê bûn û gotin ji bilî li şerê serbazî pêwîst e şerê îdeolojiya terorê bê kirin.
Rewş Sûriye û herwiha parêzgeha Neynewayê û bajarê Musilê û vegerandina koçberan mijareke din a hevdîtinê bûn û di derbarê rewşa Sûriye Serok Barzanî dilgiraniya xwe ya di derbarê paşaroja Kurdên li Sûriye bi şanda mêvan re ragihand û tekez li wê yekê jî kir ku pêşhatên siyasî û meydaniyên Sûriye nebê sedema wê yekê ku ziyanên zêdetir bi xelkê Sûriye û gelê Kurd bikevê.