Çekdaran muxtarê gundekî Cindirêsê êşkence kirin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi armanca desteserkirina tenekeyên zeytê girtin ser mala muxtarê gundekî navçeya Cindirêsê ya Efrîn û ew bi giranî êşkence kirin.

14.11.2022, Pts - 09:00

Çekdaran muxtarê gundekî Cindirêsê êşkence kirin
Nuçe Belav bike

Çavkaniyên xwecihî ji Efrînê ragihandin ku doh 13 Mijdarê çekdarên grûpa Ceyş el-Şerqiye bi giranî muxtarê gundê Hac Iskender ê bi navê Sedam Asî ku temenê wî 38 sal in êşkence kirine.

Çavkaniyan diyar kirin ku çekdaran hewil dan bi darê zorê dest bi ser tenekeyên zeytê yên li mala wî muxtarî de bigirin, lê dema ku muxtar li ber xwe dide rastî êşkenceyê tê.

Li gor zanyariyan, piştî lêdan û êşkenceyê muxtar ji bo nexweşxaneya Cindirêsê hatiye veguhestin.

Herêma Efrînê ji adara sala 2018an ve ji aliyê Tirkiyê û komên çekdarên Sûrî yên ser bi Enqerê ve hatiye dagirkirin û ji wê demê ve gelek komên çekdar li wê herêma Rojavayê Kurdistanê bicih bûne.

Herî dawî Heyet Tehrîr el-Şam anku Cebhet el-Nusre ya berê di 13ê Cotmeha 2022an de derbasî navenda bajarê Efrînê bûbû û navenda bajêr û hejmarek gundên derdora wê kontrol kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:19:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x