DAIŞê li Hesekê êriş kir: Kuştî hene

Li Hesekê du endamên Asayîşa Rêveberiya Xweser di êrişeke DAIŞê de canê xwe ji dest da.

23.02.2024, Cum - 07:23

DAIŞê li Hesekê êriş kir: Kuştî hene
Nuçe Belav bike

Bûyerê li taxa Xwêranê ya li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rû da.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, 2 çekdarên DAIŞê ji ser motorsîklêtekê gule berdane 2 endamên Asayîşa Rêveberiya Xweser û reviyane.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku her du endamên Asayîşê canê xwe ji dest daye.

Hefteya borî jî li taxa Muftiyê ya li bakurê Hesekê 2 çekdarên DAIŞê gule berdan endamekî Asayîşa Rêveberiya Xweser ku li ber mala xwe bi hevjîna xwe û zarokên xwe re bû.

Wî endamê Asayîşê jî canê xwe ji dest dabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:49:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x