Dêrezor | Ji ber tozbarînê 7 kesan li kampekê li Dêrezorê can dan

Li navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojava Kurdistanê, ji ber tozbarînê 7 kesan li kampekê li Dêrezorê can dan û li Qamişlo jî 40 kes rakirin nexweşxaneyê.

17.05.2022, Sal - 08:36

Dêrezor | Ji ber tozbarînê 7 kesan li kampekê li Dêrezorê can dan
Nuçe Belav bike

Li gor Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişlo Omer El-Agûb diyar kiriye, piraniya kesên ku serdana wan kirine, nexweşiya tengenefesiyê bi wan re hebûye.

Herwiha li Dêrazorê jî rewş xerabtir bûye, di encama tozbarînê de 7 kesan can dane.

Medyaya nêzî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê belav kiriye, 7 koçberên li kampa Ebû Xeşeb ji ber tozbarîna dijwar û hewayê pîs can dane ku 2 ji wan zarok û yek jî jinek e.

Heman çavkaniyê navên kesên ku li wê kampê ji ber tozbarînê can dane, ev in; Mistefa Selûm El-Xezam (40), zarokê bi navê Ehmed Selûm El-Xezam (7), Xesan Mehmûd El-Taha El-Huseynî ji bajarê Dêrazorê, Mihemed El-Hesûn El-Weka (60) yê ji bajarokê Mezlûm, Ebdullah Ewad El-Hayîs ê ji gundê Ebrîha, zarokê bi navê Hemdan Esed El-Selûm (4 mehî) ê ji gundê Hewayêc, Ziyab Şamiyê û Şemse Hemadî El-Esker ji bajarokê Tabiye Cizîre.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:24:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x