Di nav HSDyê de alozî derket: Encumana Leşkerî ya Hecînê helwesta xwe diyar kir

Encûmena Leşkerî ya bajarokê Hecînê, derbarê bûyerên Dêrezorê de piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re ragihand.

26.07.2023, Çar - 12:55

Di nav HSDyê de alozî derket: Encumana Leşkerî ya Hecînê helwesta xwe diyar kir
Nuçe Belav bike

Li Dêrezorê ji ber şer û pevçûnên di navbera Polîsên Leşkerî û Emcûmena Serbazî ya Dêrezorê de rewş aloz e.

Duh piştî nîvroyê li navçeyên Sor, Kisre, Cidîde Igêdat, Izbe û hejmareke gundên rojhilatê Dêrezorê ku di bin kontrola HSDyê de ne, di navbera Encûmena Serbazî ya Dêrazorê û Hêzên HAT û Asayişê de alozî derketibû.

Encûmena Leşkerî ya bajarokê Hecînê ya Dêrezorê ku beşek ji HSDyê ye ragihand ku ew amade ne ji bo nehiştina fitneyê û detêwerdanên derve ligel HSDyê kar bikin.

Fermandarekî Encûmena Leşkerî ya Hecînê got: “Em amade ne, ji bo alîkarî û piştgiriya hevalên xwe li hemû bereyan. Em li bakurê Sûriyeyê rê nadin ti dagîrkirineke nû li navçeyeke me çêbibe. Herhewa em amade ne, ji bo vegerandina hemû navçeyên me yên dagîrkirî û em dê mertalekî rêgir û lateke xurt bin ku hemû plan bişikin."

Herwiha Navenda Ragihandinê ya HSDyê jî di daxuyaniyekê de, behsa kêşeya ku duh a di nav hêzên xwe de kir.

HSDyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan komîteyeke şopandinê ji bo wê kêşeyê û çareserkirina wê pêk aniye.

HSDyê tezkir kir ew kêşe dê bi hevahengî bi rîspiyên eşîrên wê deverê re were çareserkirin.

Li gorî daxuyaiya HSDyê, ew dê wan kesên ku destê wan di wê kêşeyê de heye bigirin.

HSDyê herwiha da zanîn ku li hember hemû liv û tevgerên çekdar ên neyasayî ku gefê li ser navend û xalên leşkerî dirust dikin û aramiyê têk didin, dê rêkarên yasayî bikar bînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 791 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:04:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x