Di navbera YPG û ASAyê de pevçûn

Li bajarê El Babê yê Sûriyeyê di navbera şervanên YPGê û endamên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de pevçûn qewimîn û di encamê de 9 endamên ASAyê birîndar bûn.

13.03.2017, Pts - 07:23

Di navbera YPG û ASAyê de pevçûn
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku li bejahiya bajarê El Babê yê Sûriyeyê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û endamên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de pevçûn qewimîn û di encama wan pevçûnan de 9 endamên ASAyê birîndar bûn.

Endamên ASAyê yên birîndar, di ser navçeya Elbeyli ya bajarê Kilîsê re sewqê Nexweşxaneya Delwetê ya Kilîsê hatin kirin. Di derbarê rewşa wan a tenduristiyê de tu agahî nehat girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1467 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:52:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x