Dêrezor: HSD û Hevpeymaniya Navneteweyî bi êşîran re civiyan

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDê) û nûnerên Hevpeymaniya Navneteweyî doh li Dêrezorê bi rîspî û şêxên êşîr Igêdatê re civînek li dar xist.

29.11.2023, Çar - 07:55

Dêrezor: HSD û Hevpeymaniya Navneteweyî bi êşîran re civiyan
Nuçe Belav bike

Di civînê de, bûyerên ku di dema du mehên borî de li gundewarê parêzgeha Dêrezorê çêbûn hatin gotûbêjkirin.

Rîspî û şêxên eşîr Igêdatê ragihandin ku grûpên çekdar ên ser bi Îranê û Hikûmeta Sûriyeyê li wan navçeyan li pey têkdana aramiyê ne.

“Rewş ji Hevpeymaniya Navneteweyî re hate zelalkirin”

Rîspiyekî eşîra Îgêdatê ku di civînê de beşdar bûbû got:

“Di ragihandinê de hate diyarkirin ku şer di navbera hêzên eşîran û Hêzên Sûriyeya Demokraîtk de ye, êdî rewş bi awayekî baştir ji hevbeşên Hevpeymaniya Navneteweyî re hate zelalkirin.

Me çend xalên wekî nûkirin û xurtkirina hevbeşiyê li gel Hevpeymaniya Navdewletî, bi rêya Hêzên Sûriyeya Demokratîk re gotûbêj kir.

Herwiha me daxwaza piştgiriya Hevpeyniya Navneteweyî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re kir. Gelek mijarên din jî hatin gotûbêjkirin.”

Şêxên eşîra Igêdatê, nîşan bi wê yekê da, ew rê nadin ti aliyekî ku destêwerdanê di karûbarên navçeyê de bike.

Herwiha wan tekezî li ser wê yekê kir ku,ew li gel projeya HSDyê ne.

“Ji bo tşkdana ewlehî û aramiya li navçeyê û em rê nadin ti kesî”

Rîspiyekî eşîra Îgêdatê wiha pê de çû, “Em şêx û rîspiyên navçeyê, bi taybetî yên li Dêrezorê, tekez dikin ku em li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk in.

Ji bo parastina ewlehî û aramiya li navçeyê û em rê jî nadin ti kesî yan dewletekê yan ti milîsekê ku destêwerdanê di karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bigiştî û Dêrezorê bi taybetî bike.”

Ji du mehan ve li parêzgeha Dêrezorê, di navbera HSDyê û hin grûpên çekdar de alozî berdewam e.

Bi nerîna HSDyê, ew grûpên li wê navçeyê ser bi Hikûmeta Sûriyeyê û hêzên Îranê ve ne û armanca wan têkdana asayiş û aramiyê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:10:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x