Dêrezor: Nakokî û pevçûnên eşîran bandorê li aramiyê dike

Li gundewarên Dêrezorê belavbûna çekan a di nav eşîretan de û nakokî, şer û pevçûnên di navbera wan de pirsgirêkeke ewlehiyê ya pir mezin e ku bandorê li aramiya herêmê dike.

07.01.2024, Paz - 15:52

Dêrezor: Nakokî û pevçûnên eşîran bandorê li aramiyê dike
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Dêrezorê li gorî amarên ku hatine belgekirin sala 2023yan 72 şerên eşîretan derketin, 110 kes di wan şeran de hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî amaran di wan şer û pevçûnan de 54 kes hatin kuştin ku 7 ji wan zarok, 2 jî jin bûn, herwiha 56 kes birîndar bûn ku 8 ji wan zarok û 3 jî jin bûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku herêmê kontrol dikin, hewl dide rêgiriyê li wan nakokiyan bigire.

Endamê Ofîsa Pêwendiyên HSDyê Goran Til Temir ragihand ku wan li herêmê 40 pirsgirêk çareser kirine.

Endamê Ofîsa Pêwendiyên HSDyê Goran Til Temir anî ziman:

“Ofîsa pêwendiyan bi hevahengiya rûspiyên herêmê nêzîkî 40 pirsgirêkên eşîretan çareser kirine. Tevî hemû zehmetiyan, ofîsa pêwendiyan bi hevahengiya rûspî, xelkê û serokeşîran karê xwe dike û di karê xwe de berdewam e.”

Endamê Ofîsa Pêwendiyên HSDyê herwiha diyar kir ku ji bo sala 2024an planeke wan a baştir heye.

“Sala 2024an dê kar û gavên baş û pir erênî hebin”

Endamê Ofîsa Pêwendiyên HSDyê Goran Til Temir herwiha got:

“Sala 2024an bê guman bi hewlên xelkê me yê li Dêrezorê dê karê ofîsa pêwendiyan di asteke bilindtir de be.

Ew alîkariya ofîsa pêwendiyan û saziya leşkerî dikin. Li gorî plana û stratejiya me ya sala 2024an dê kar û gavên baş û pir erênî hebin.”

Li gorî çavdêran, dabeşbûna navçeyê di navbera çend aliyên serbazî de û ajandayên aliyên bibandor dihêlin ku nakokiyên eşîretan wekî destikeke siyasî ji bo bandorkirina li herêmê bi kar bînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:21:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x