Droneke Tirkiyeyê wesayita rojnamegeran bombebaran kir

Droneke Tirkiyeyê li ser rêya Amûdê-Qamişloyê wesayîtekê ku rojnameger tê de bûn bombebaran kir.

24.08.2023, Per - 05:56

Droneke Tirkiyeyê wesayita rojnamegeran bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Di bomberbaranê de kesekî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li gorî nûçeya ANHAyê droneke artêşa Tirkiyeyê li nêzî xaçerêya gundê Til Şiîrê ya li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta ku rojnamegerên JIN TVyê tê de bûn bomberan kir.

Di encama bomberanê de karmendê JIN TVyê yê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan canê xwe ji dest da.

Herwiha hat ragihandin ku nûçegihanek jî birîndar bû.

Rêveberiya Xweser, êriş şermezar kir

Li aliyê din, Rêveberiya Xweser jî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û êrişa bi dronê ya Tirkiyeyê şermezar kir:

“Tirkiye hinceta şerê terorê wek delîl li dijî rojnamegeran bi kar tîne”

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de got, “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Sûriyeyî, komkujiyên dîtir li hemberî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.”

Herwiha Rêveberiya Xweser bal kişand ser wê yekê:

“Dewleta Tirk a dagirker hinceta şerê terorê wek delîl li dijî rojnamegeran, di piraniya şermezarkirinan û dadgehan de bi kar tîne.

Bi giştî rojnameger çi li ser sosyal medyayê nivîs be yan jî nûçeyek amade kiribe yan jî gotarek hazir kiribe, wek delîl li dijî wan bi kar tîne.”

Îsal 6 rojnameger hatine kuştin

Rêveberiya Xweser da zanîn ku ku îsal 6 rojnameger li deverên cuda yên Sûriyeyê hatine kuştin.

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bangî civaka navdewletî kir û wiha got:

Em bangî civata navneteweyî, aliyên hiqûqî û yên têkildar dikin ku ji rêgirtina li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê destwerdanê bikin û hesab jê bipirsin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:47:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x