Efrîn: Çekdar ji bo berdana du welatiyên Kurd 6300 dolarî dixwazin

Li navçeyên Mabata û Raco yên Efrînê, hêzên ser bi Tirkiyê ve du welatiyên Kurd bi tohmeta “peywendiya li gel Rêveberiya Xweser di dema berî 2018an” de girtine û ji bo berdana wan 6300 dolarî ji malbatên wan dixwazin.

28.04.2023, Cum - 07:03

Efrîn: Çekdar ji bo berdana du welatiyên Kurd 6300 dolarî dixwazin
Nuçe Belav bike

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, li navçeya Mabata ya Efrînê, Polîsên Serbazî yên ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser di dema berî 2018an de girtine.

Li gor SOHRê, Polîsên Leşkerî ji bo azadkirina wî daxwaza 5 hezar dolaran ji malbata wî welatiyê Kurd kirine.

Hevdem grûpa Ehrar el-Şerqiye ya ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd ji gundê Mûsako li navçeya Raco ya Efrînê bi tohemta peywedndiya li gel Rêveberiya Xweser di dema berî 2018an de girtin, piştre bo azadkirina wî daxwaza 1300 dolaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan amaje bi roja girtinê û herwiha nasnameya wan kesan nekiriye.

Di destpêka Nîsanê de jî, grûpa Feyleq el-Şam ji bo berdana 6 kesên girtî li ba xwe, 15 hezar dolar fidye ji kesûkarên wan xwestibû.

Efrîn herêmeke Rojavayê Kurdistanê ye, ku ji Adara sala 2018an ve piştî şerekî giran di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 388 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:52:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x