Efrin: Çekdaran cezayê bidarvekirinê li jineke Kurd birî

Çekdarên li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê cezayê bidarvekirinê li jina Kurd a bi navê Kewser Hemadê birî.

09.01.2024, Sal - 18:36

Efrin: Çekdaran cezayê bidarvekirinê li jineke Kurd birî
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên taybet ên ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine ragihandin, ev 5 sal in jina Kurd di girtîgehê de tê girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Piştî dagirkirina Efrînê, gelek nîştecihên Kurd bi taybetî jî yên jin hatine desteserkirin.

Hinek Kurdên ku hatine revandin, bi pere (fîdyeyê) têne berdan lê çarenevîsa gelek girtiyan hîn ne diyar e.

Kewser Hemadê û Leyla Yûsif jî ji aliyê çekdaran ve hatine desteserkirin.

Hemadê 5 sal in ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Leyla Yûsif jî 5 sal in ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve hatiye girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

“Dadgehên bê bingeh ava kirine”

Serokê Komîteya Mafê Mirovan a Kurdî ya li Sûriyeyê Silêman Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa mijarê kir.

Îsmaîl diyar kir ku li Efrînê rojane mafê mirovan tê binpêkirin û got:

“Bi giştî gelê herêmê û bi taybetî jî jina Kurd ji vê bandor dibe. Jinên Kurd zehmetiyeke mezin dijîn.

Li herêma Efrînê, komên çekdar dadgehên bê bingeh ava kirine. Di bin siya van dadgehan de ceza li wan (girtiyên Kurd) dibirin.”

Serokê Komîteya Mafê Mirovan a Kurdî ya li Sûriyeyê Silêman Îsmaîl diyar kir ku ji ber gef û tundrewiya grûpên çekdar xelkê Efrînê herwiha kes û karên wan ên li derveyî herêmê jî nikarin bi eşkere behsa hûrgiliyên binpêkirinên çekdaran bikin.

“Divê ji bo kesên ku binpêkirinan kirine dadgeheke taybet were vekirin”

Îsmaîl wiha berdewam kir, “Ji sedan 5ê bûyeran digihêje me.

Kesên ku zilm li wan dibe nikarin xwe bigihînin me yan jî ragihandinê.

Ev jî binpêkirina herî mezin e ku zilm li mirovek were kirin û ew mirov nikaribe bike hewar jî.

Em wekî Komîteya Mafê Mirovan daxwaz dikin ku dem li dest dawî binpêkirinê mafan werin.

Pêwîst e kesên ku zilmê kirine bêne cezakirin.

Divê ji bo kesên ku binpêkirinan kirine dadgeheke taybet were vekirin.”

Li gorî zanyariyên ji aliyê saziyên sivîl û serbixwe yên Efrînê û Îbrahîm Şêxo ve gihiştine Rûdawê, ji Adara 2018yan heta sala 2023yan derdora hezar û 100 jinên kurd li Efrînê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve, hatine revandin.

Çekdaran 82 jin kuştibûn û destdirêjî li 78 jinan kirine.

Piraniya wan jinên revandî û girtî hatine berdan lê çarenivîsa zêdetirî 300 jinan ne diyar e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:35:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x