Efrîn: Grûpa Emşatê ji bo kolana bîra avê 1000 dolarî ji cotkarên Kurd distîne

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpa Siltan Silêman Şahê jibo kolandina her bîreke avê ya çandiniyê 1000 dolarî li ser cotkarên Kurd ferz kiriye.

17.10.2023, Sal - 08:12

Efrîn: Grûpa Emşatê ji bo kolana bîra avê 1000 dolarî ji cotkarên Kurd distîne
Nuçe Belav bike

Li gorî Encûmena Xwecihî ya nehyeya Mabata ya Efrînê, grûpa Siltan Silêman Şah ku wekî "Emşat" jî tê naskirin ji bo kolandina her bîreke avê ya çandiniyê 1000 dolarî li ser cotkarên Kurd li her sê navçeyên Mabata, Şiyê û Cindirêsê ferz kiriye.

Herwiha Encûmena Xwecihî ragihand ku cotkarên Kurd dixwazin li ba aliyên peywendîdar giliyê grûpa Emşatê bikin.

Lê ji ber ku cotkarên Kurd nikarin 1000 dolarî bidin û ditirsin çekdarên Emşatê li wan şkence bikin, karê kolandina bîran rawestandine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, 9ê Çiriya Pêşîn 2023yan fermandarên Emşatê li gel xelkê nehyeya Şiyê ya Efrînê civiya bûn û 9 dolar li ser berhemê her dareke zeytûnan ferz kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 343 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:55:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x