Efrîn: Grûpên Çekdar bacê li ser darekê zeytûnê distînin

Bi hatina werzê çinîna zeytûnan li herêma Efrînê re, grûpên çekar ên bi Tirkiyeyê re Efrînê dagîr kirine, bacên giran li ser cotkarên Kurd ferz dikin.

16.10.2023, Pts - 08:19

Efrîn: Grûpên Çekdar bacê li ser darekê zeytûnê distînin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên K24ê, grûpa çekdar a bi navê Sultan Murad ji bo her dareke zeytûnê, du dolar wek bac li ser cotkarên li gundên navçeya Şera ferz kiriye.

Heman grûpa Silêman Şah (Emşat) li gundên navçeya Şiyê jî, baca 3.5 dolar li ser her dareke zeviyên ku xwediyên wan li gund in ferz kiriye û baca 20 dolaran li ser darên ku xwediyên wan koçber bûne ferz kiriye.

Ji aliyekî din ve jî, grûpa Emşatê nirxê guvaştina zeytûnan wek %10 li kargehên guvaştina zeytûnan ferz kiriye, ku dê %5 ji bo kargehan be û %5 jî ji bo grûpa Emşat be.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, baca ku li ser darên zeytûnan ji aliyê grûpên çekdar ve tên ferzkirin, gelekî giran e ji ber ku tiştek ji dahata wan daran ji cotkaran re namîne.

Diyar dikin jî: “Eger ji cotkarekî re 300 darên zeytûnan hebe, dê neçar be 1050 dolaran wek bac bide, eger heqê cot û xizmetkirina daran jî bi ser de were hejmartin, ji dahata wan 300 daran, tiştek ji cotkaran re namîne.”

Ji sala 2018an ve Tirkiyê û grûpên çekdaran herêma Efrînê dagîr kirine û ji wê demê de, ji bilî tawanên kuştin, revandin, dizî û talana mal û milkên welatiyên Kurd, grûpên çekdaran dest danîne ser gelek dar û zeviyên koçberên Kurd, zeyt û zeytûnan didizin û bacên giran li ser berhemên çandiniyê ferz dikin.

Herêma Efrînê ku bi darên zeytûnan naskirî ye û nêzîkî 20 milyon darên zeytûnê lê hene, di çend salên borî de û li gorî medyaya navdewletî, berhemên zeytûnan bûne çavkaniyeke dahatê ji grûpên çekdar re.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 497 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:48:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x