Efrîn: Grûpên çekdar îşkence li 2 ciwanan kirin

Grûpên çekdarên ser bi Tirkiyê li gundewarê nahyeya Raco ya ser bi Efrîn a Rojavayê Kurdistanê 2 ciwan girtin û îşkence li wan kirin.

23.04.2023, Paz - 09:19

Efrîn: Grûpên çekdar îşkence li 2 ciwanan kirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn – Sûriye Îbrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, çekdarên grûpa bi navê Feyleq El Mecd a ser bi Tirkiyê, 2 ciwanên ji gundê Zerka yê ser bi nahyeya Raco ya ser bi Herêma Efrînê girtin.

Li gorî zanyariyên Îbrahîm Şêxo, çekdaran her du ciwan girtin û îşkence li wan kirin, ji bo ku li beramber berdana wan, pereyan ji mirovên wan bistînin. Her du ciwan piştî dayîna hezar dolarên Amerîkî hatin berdan.

Heman zanyarî diyar dikin ku çekdarên wê grûpê, bi fermandariya çekdarê bi nasnavê Ebû Welîd ku xelkê bajarokê Barîşa yê ser bi Idlibê ye, li gundê Zerka yê ser bi Reco, ciwanan digire û piştre wan bi dayîna hezar dolarî berdide.

Di heman çarçoveyê de, ew zanyarî nîşanê bi wê yekê didin ku serbarî girtina wan her du ciwanan, çekdarê bi nasnavê Ebû Welîd hezar dolar li ser her ciwanekî ji wî gundî sepandiye, li beramber ku neyên girtin û astengî ji wan re dernekevin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 507 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:59:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x