Efrîn: Grûpên çekdar ji her malbatekê 50 dolar bac distînin

Tevî biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya cezakirina grûpa Sultan Silêman Şah jî binpêkirinên grûpê yên li Efrînê berdewam in.

19.08.2023, Cts - 07:12

Efrîn: Grûpên çekdar ji her malbatekê 50 dolar bac distînin
Nuçe Belav bike

Li gorî çavkaniyekî taybet ku ji ajansa Rûdawê re axivî, çekdarên grûpa Sultan Silêman Şah ku wek Emşat tê naskirin, li navçeya Şiyê wek bac 50 dolarên Amerîkî ji welatiyên ku alîkariyan werdigirin distîne.

Grûpa çekdar herwiha hezar û 500 dolaran jî ji kesên di van demên dawî de vegeriyane malên xwe distîne.

Heman çavkaniyî da zanîn ku fermandarên Emşatê lîsteya alîkariyên ku li welatiyan tên belavkirin, bi dest xistiye û li gorî lîsteyê ji her malbatekê 50 dolaran distînin.

Herwiha kesên bacê nedin jî bi danûstandina bi Rêveberiya Xweser re tên tawanbarkirin û girtin.

Heman grûpa çekdar biryarek derxistiye ku her malbateke Efrînî yê ku di van demên dawî de vegeriyane malên xwe, divê hezar û 500 dolaran bide.

Li navçeya Mabetayê jî ciwanê bi navê Hesen Qaziqlî Bekir ê ku ev nêzîkî mehekê ye hatibû girtin, piştî hat berdan, beriya çend rojan careke din hate revandin bi hezar dolarî careke din hat berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:56:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x