Efrîn: Çekdaran du xwişkên astengdar girtin

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çekdarên Emşatê du xwişkên astengdar revandin.

06.02.2024, Sal - 07:10

Efrîn: Çekdaran du xwişkên astengdar girtin
Nuçe Belav bike

Çalakvan û mafnasê xelkê Efrînê Îbrahîm Şêxo ji ajansa Rûdawê re ragihand ku çekdarên grûpa bi navê “Sultan Şah” ku wekî “Grûpa Emşat”ê jî tê naskirin, 31ê Kanûna Paşîna 2024an du xwişk ku astengdar in revandin.

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku revandina her du keçan, piştî wê yekê bû ku ew hefteyek bû ji koçberiya Navçeya Şehbayê vegeriyabûn gundê xwe Kurzêla Cûmê yê nahiyeya Şêrawayê.

Narîn û Nazliyê Mihemed piştî vegera wan bi 2 rojan, ji aliyê çekdarên Emşatê ve hatin revandin.

Çekdaran ew birin Baregeha Îstixbarata Polîsên Sivîl a li bajarê Efrînê û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Ji ber ku ew her du keç astengdar in, tirsa kesûkarên wan li ser rewşa wan a tenduristiyê heye û dixwazin ku di zûtirîn dem de bêne berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:33:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x