Efrîn: Grûpên çekdar baca zeytûnan distînin

Çekdarên Grûpa Emşatê 200 dolarî li ser xwediyên çewlîkên zeytûnan ferz dikin.

31.10.2023, Sal - 12:29

Efrîn: Grûpên çekdar baca zeytûnan distînin
Nuçe Belav bike

Li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Silêman Şahê (Emşat) yên bi ser Tirkiyeyê ve bacê li ser xwediyên çewlîkên zeytûnan ferz kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li gundê Meydankê ji bo ku xelk karibe here nav çewlîkên zeytûnan û berhema xwe salê kom bike divê bacê bide çakdarên Emşatê.

Baca ku ji xelkê tê xwestin li gorî rûberê çewlîkan diguhere.

Ev bac ji 100 dolarî dest pê dike û heta 200 dolarî diçe.

Li gorî heman çavkaniyan, li bajarê Efrînê, di dema kêmtir ji 24 demjimêran de 15 caran dizî li malan hatiye kirin.

Piştî ku Tirkiyeyê sala 2018 an Efrîn dagir kir, grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku di kontola Tirkiyeyê de ne û Tirkiye piştgiriyê dide wan, bacê li ser cotkarên Kurd ferz dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:45:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x