Efrîn: Li Cindirêsê di 24 demjimêran de 3 zarok hatin revandin

Li navçeya Cindirêsê ya parêzgeha Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di 24 demjimêran de 3ê zarok hatin revandin.

12.01.2024, Cum - 06:55

Efrîn: Li Cindirêsê di 24 demjimêran de 3 zarok hatin revandin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ajansa North Pressê, polîsên serbazî yên Tirkiyeyê li Cindirêsê di 24 saetan de 3 bûyerên revandina zarokan qewimîne.

North Pressê ragihand ku Aşiq Emûriyê 7 salî, Esad El-Uweyê 3 salî û Alaa Camûsa 3 salî tevî gelek xalên polîsên leşkerî û kamerayên çavdêriyê ji taxên ku lê dijîn hatin revandin.

Piştre malbatên zarokên revandî li ba grûpên çekdar ên li Cindirêsê gilî kir da ku çarenivîsa wan zarokan zanibin lê heta niha ti kar û xebat bo zanîna cihê wan zarokan nehatine kirin.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rêyên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:31:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x