Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê şer di navbera şervanên HSDê û çekdarên grûpa Hemzat û Emşat de rû daû 3 çekdarên Hemzat û Emşat birîndar bûn.
Beriya 2 rojan jî, şer di navbera herdu aliyên şerker de li wê navçeyê rû dabû û artêşa Tirkiyeyê jî navçeyên HSDê topbaran kiribûn.
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ji Adara 2018an ve herêma Efrînê dagîr kirine, lê 12 gundên navçeya Şêrewa di destê şervanên HSDê de mane, her car jî şer û pevçûn li wê xeta temasê derdikevin.