Encûmena Leşkerî ya Minbicê nasnameya 3 qurbaniyên teqîna duh aşkere kir

Encûmena Leşkerî ya Minbicê derbarê teqîna duh a li Minbicê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, mayînek bi otomobîlekê ve teqiyaye û di teqînê de 3 endamên wan jiyana xwe ji dest dane ku yek ji wan ji damezrînerê Encûmena Leşkerî ya Minbicê ye.

10.07.2023, Pts - 13:07

Encûmena Leşkerî ya Minbicê nasnameya 3 qurbaniyên teqîna duh aşkere kir
Nuçe Belav bike

Duh danê nîvro li navenda bajarê Minbicê teqînek mezin çêbûbû û di teqînê de otomobîlek şewitîbû. Herwiha li gor agahiyên destpêkê hatibû gotin ku di teqînê de 3 kes ji endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine kuştin.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê derbarê teqînê de daxuyaniyek weşand.

Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê têkildarî bûyerê ragihandiye ku mayînek bi otomobîla endamên wan ve teqiyaye û di encam de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê nasnameyên her 3 kesan eşkere kiriye û destnîşan kiriye, di teqînê de Heysem Mihemed Eto (Ebû Deham), Hesen Mihemed Nûr Xaqûr (Zilovan) û Salih Mihemed Rebî Mistefa canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hevalên me Heysem Mihemed Eto (Ebû Deham) ku yek ji damezrînerên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye, Hesen Mihemed Nûr Xaqûr (Zilovan) û şervanê QSD`ê Salih Mihemed Rebî Mistefa di encama teqîna mayînekê de bi erebeyan wan de şehîd bûn. ”

Li gor zanyariyên ku Encûmena Leşkerî ya Minbicê belav kirine, her sê kesên di teqînê de hatine kuştin ji bajarokê Til Eranê yê ser bi Helebê ve ne û Heysem Mihemed Eto bi nasnavê Ebû Deham 28 salî, Hesen Mihemed Nûr Xaqûr ê bi nasnavê Zilovan 26 salî û Salih Mihemed Rebî Mistefa yê bi nasnavê Salih 26 salî bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 364 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:50:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x