ENKSê da zanîn ku piştî kontrolkirina hin dever li Heleb û Idlibê ji aliyê "Desteya Tehrîr El-Şam" û grûpên Opozisyona Sûrî ve, koçberbûna careke din a koçberên Efrînê ji herêma Şehbayê ve belav kir.
Em guhertina demografî red dikin
ENKSê serbar kir "Hin alî hene dixwazin diyar bikin ku eger Kurd ji deverên xwe li Helebê dernekevin dê rastî komkujiyan werin".
Encûmenê diyar kir ku ew hewlên guhertina demografî red dike û bang li Kurdên lI Heleb kir ku li cihê xwe bibînin.
Her weha bang li koçberkiriyên Efrînê yên li Şehbayê kir ku vegerin warê xwe û ji Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûrî xwest wan biparêze.
Divê sivîl werin parastin
Daxuyaniyê bang li civaka navdewletî û Turkiyê kir ku bi bepirsyaretiya xwe rabin da ku xelk li deverên xwe bibînin û gerentiya parastina wan bikin.
Her weha bang li grûpên çekdar kir ku sivîlan armanc nekin û jiyan û mal û mulkên wan biparêzin.
Rêjîm berpirs e
Encûmenê da zanîn ku redkirina Rêjîma Sûrî ji çareseriya siyasî û yasayên navdewletî re sedema berdewamiya kareseta Sûrî ye.
ENKSê tekez kir ku piştî 12 salan ji şer li Sûriyê bi tenê biryara 2254 a Encûmena Ewlehî kirîza Sûrî çareser dike.
Â