Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji civaka navdewletî dike, grûpên çekdar ji Efrînê derxîne û wî bajarî radestî xelkê wê bike û bixe bin parastineke navdewletî.
Emîndariya Giştî ya ENKSê civiya, piştî civînê di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de dawî pêşhatên siyasî yên Sûriyê bi giştî û ya Kurdî û rojhilatê Firatê bi taybetî hatin guftûgokirin.
ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje: Sistbûna birêveçûna proseya siyasî ya Sûriyê, zêdetir ziyanê digihîne welatiyên Sûriyê û êşa wan zêde dike.
Herwiha ENKS dibêje: Cihê mixabiniyê ye ku pêkanîna Komîta Destûrî tê paşxistin û danûstandinên Astanayê nekiriye ji vê girêka ku rêjîma Sûriyê çê dike, derbas bike. Gelê Sûrî ji pêkanîna Komîta Destûrê bi hêvî ye ku bibe destpêkek bo bihkirina çareseriya siyasî.
Ji aliyekî din ve, ENKS di daxuyaniya xwe de daxwaz ji civaka navdewletî kir, binpêkirinên grûpên çekdar li herêma Efrînê rawestîne û wan grûpan jê derxîne û radestî xelkê wê bike, herwiha parastineke navdewletî jê re peyda bike.
Derbarê destpêşxeriya Fransayê ya nêzîkkirina aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de, ENKSê keda Fransayê bi erênî nirxand û daxwaza hevkariyê bi wê destpêşxeriyê re kir.
ENKSê di daxuyaniya xwe de got: “Girtina Serokê Xwecihiya Rojavayê Qamişlo ya ENKSê Mihemed Eyo ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi PYDê ve şermezar dikin. Ev kar di çarçova têkdana hewlên yekrêziya Kurdî de tê kirin û daxwaza serbestberdana wî dikin.”