Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, jib o beşdarbûna di kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyê de ku biryar e li Soçî were sazkirin, vexwandina fermî ji wan re nahatiye şandin û ji ber wê ew beşdarî wê kongreyê nabin.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê, Feysel Yûsif îro Yekşemî 28ê Çileya 2018ê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Encumena Niştimaniya Kurd di civîna xwe ya asayî de tekezî li ser “pêwîstiya vebûna li hember hemû aliyên dijbereyê û hevdîtinên navdewletî kir û ji ber vê têfikirînê, bi armanca nûneratîkirin û derbirîna gelê Kurd, me pêwendî bi Rûsyaya Federal û çend dewletan re kir.”
Feysel Yûsif got, “Me di 31-12-2017an de li Qamişloyê hevdîtin bi şanda Rûsî re kir û di wê hevdîtinê de me tekezî li ser wê yekê kir, ku me ti girift li gel beşdarbûna di ti hevdîtineke navdewletî de nîne, bi mercê ku di çarçoveya biryarên navdewletî de be û doza Kurdî di bernameya kongreyê de be û em weke pêkhate nûneratiya wê bikin.”
Feysel Yûsif tekez kir, “di hevdîtina li Qamişlo de, şanda Rûsî guh dane nêrîn û helwesta wan a derbarê çareseriya krîza li Sûriyê de û got, me di civînên din de jî tekez kir, ku kongreya Soçî bêyî beşdariya Encumena Niştimaniya Kurd dê kêmas be û me peyama xwe di vê bareyê de gihande konsul û şanda Rûsya ya li Cinêvê jî.”
Wî serkirdeyê ENKSê destnîşan kir, wan pêştir ji Rûsya re şertûmercên xwe bo beşdariya di kongreya Soçî de aşkere kiriye, lê belê aliyê Rûs ew şertûmercên wan li ber çav negirtiye û got, “wan vexwandin ji me re weke pêkhate neşandiye, ji ber wê em jî naçin kongreyê, bêyî ku beşdariyeke me ya rastîn di reşnivîs û projeyên biryaran de hebe.”
Duh Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan derbarê Kongreya Niştimanî Sûriyeyê gotibû, divê ENKS û TEV-DEM yan divê bi hev re beşdar bibin, yan jî bi hev re beşdar nebin.