Endamê Serkirdayetiya ENKSê Nafih Ebdula dibêje “Ev xwepêşandan wek piştevanî û piştgirî ji bo şehîda me, şehîda Kurd û Kurdistanê Jîna Emînî ya ku hate terorkirin bi destê dîktatorê çerxê 21ê dîktatorê Îranê ye. Îro em dibêjin ev piştevaniya hanê ji bo şoreş û serhildana gelê Kurdistana Îranê û ji bo hemû gelê Îranê yên ku derketine ji bo azadiyê û ji bo demokrasiyê ye.”
Endamên ENKSê bi sloganên nivîskî û dengî nerazîbûna xwe derbarê awayê canjidestdana Jîna Emînî de anîn ziman û ew bûyer bi tundî şermezar kirin.
Nafi Ebdellah got jî “Em vî karê ku hate kirin û şehîdxistina Jîna Emînî şermezar dikin. Ev dîktatoriya hanê dê dawiya wê were û azadî û demokrasî ji bo gelê Îranê û Kurdistana Îranê bi taybetî.”
Roja 13ê Îlona borî keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve ji ber hîcabê hat girtin û 16ê heman mehê nûçeya canjidestdana wê hat ragihandin, vê yekê nerazîbûneke zêde li navxwe û cîhanê bi pey xwe de anî, di encam de gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û hemû pêkhateyên Îranê dijî hikûmeta wî welatî dest bi xwepêşandanan kirin.