ENKS di daxuyaniyekê de got ku wê her tim xwestiye programên perwerdeyê ji mijarên siyasî û hizbîtî bê dûrxistin.
ENKSê dibêje biyarên wiha hîştin ku hejmara koçberiyê zêde bibe û Rojavayê Kurdistanê ji kadroyên şareza vala bibe.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de ENKS ji Rêveberiya Xweser dixwaze xwendekaran û malbatên wan azad bihêle û mafên wan binpê neke.
Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser biryar da ku, hemû dibistanên taybet û peymangehên fêrkirinê yên ku rêbazên xwendinê yên hikûmeta Sûriyê peyrew dikin, bêne girtin. Sedema biryarê jî ew e ku, ev dibistan programên hikûmeta Sûriyê didine xwendekaran.
Ev biryar wê bi hezarên xwendekaran û bi sedên mamosteyan ji xwendin û fêrkirinê bêpar bike.