Enstîtûya Washington: Amerîkayê daxwaz ji Tirkiyê kiriye Heyet Tehrîr El-Şam ji Efrînê derbixe

Washingtonê daxwaz ji Enqerê kiriye ku çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam ji Efrînê derbike, yan jî dê rê li ber HSD veke ku derbasî bajêr bibe.

24.10.2022, Pts - 08:59

Enstîtûya Washington: Amerîkayê daxwaz ji Tirkiyê kiriye Heyet Tehrîr El-Şam ji Efrînê derbixe
Nuçe Belav bike

Enstîtûya Washington a Lêkolînên Stratejîk sedemeke din a şerê di navbera grubên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de li herêmên Bab û Efrînê û derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şamê bo Efrînê aşkere dike û diyar kir ku Amerîka daxwaz ji Tirkiyê kiriye, Tehrîr El-Şam ji Efrînê derbike.

Enstîtûya Washington ji bo Lêkolînên Stratejîk di raportekê de ragihand, Heyet Tehrîr El-Şamê di aliyê başûrê rojava re derbasî Efrînê bû û gruba Cebhe El-Şamiyê ya ser bi Feyleq Sêyem a opozîsyonê ve neçar bû ku ber bi bajarê Ezazê ve vekişin. Di çend rojên borî de danûstan di navbera her du aliyan de çêbûn, lê Cebhe El-Şamiyê hemû daxwazên Tehrîr El-Şamê red kirin, di encamê de jî pevçûn li eniya gundê Kefer Cenê derdikevin.

Li gorî raportê, şerê di navbera grubên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de li herêmên Bab û Efrînê ji ber bazirganiya madeyên hişbir û hin berjewendiyên din derketiye. Çalakvan Ebû Xenûm (Ewê li Babê ligel hevjîna xwe ji aliyê gruba Hemzat ve hatiye kuştin) jî li ser vê mijarê lêkolîn dikir.

Enstîtûya Washington ji bo Lêkolînên Stratejîk destnîşan kir, Amerîka gef li Tirkiyê xwariyê ku divê Serokê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed Colanî ji Efrînê derbike, yan jî ew ê rê bide HSDê ku ber bi Efrînê ve biçe.

Li gorî zanyariyên wê Enstîtûyê, Heyet Tehrîr El-Şam ji Efrînê vekişiya ye, lê saziyên wê yên ewlekarî û îstixbaratî hîn li Efrînê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x