Eqibetê 300 Xortên Efrînê ku li destê ASA'ye, ne xuya ye!

Grûpa Emşat baca 4 hezar Dolar li ser hemwelatiyên Efrînê yên di dema Rêveberiya Xweser de “Leşkeriya neçar” kirine disepîne.

17.02.2019, Paz - 12:52

Eqibetê 300 Xortên Efrînê ku li destê ASA'ye, ne xuya ye!
Nuçe Belav bike

Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, gruba Emşat bi rêveberiya Ebû Emşe xortên navçeyên Mabeta û Şiyê yên leşkeriya neçar kirine kom kirin û li her yekî ji wan baca 4 hezar Dolar sepandin, heger nedin jî dê wan bixin zîndanê.

Heman çavkaniyê ragehand, ew xortên ku leşkeriya naçar kirine berê bêhtirî carekê hatine girtin û lêkolîn bi wan re hetine kirin û heta niha çarenivîsa zêdetir ji 300 xortên Efrînê yên leşkeriya neçar kirine û xwe radestî Tirkiyê kirine ne diyar e.

Li gor çalakvanên Efrînê, gruba Ebû Emşe gelek tewan li hember mafê xelkê Efrînê kirine û wê grûpê jî di 11.06.2018an de Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a navçeya Şiyê di eşkenceyê de kuştibû.

Ji destpêka dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ve, ji bi hezaran xort û keçên Kurdan bi buhaneyên cuda tên girtin û eşkencekirin, ew jî tenê ji bo standina pereyan ji malbatên wan.

Bas News
Vî nûçeyê tevayî: 869 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:19:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x