Erdogan derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nû da

Serokkomarê Tirkiyê diyar kir, “Em bi baldarî lêkolînan dikin daku kêmasiyên xeta xwe ya ewlehiyê ya li ser sînorên xwe yên başûr bi operasyonên nû temam bikin.”

06.06.2022, Pts - 06:27

Erdogan derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nû da
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê amadekariyên operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê û sînorê Sûriyê de daxuyaniyên nû da. Erdogan got, “Em bi baldarî lêkolînan dikin daku kêmasiyên xeta xwe ya ewlehiyê ya li ser sînorên xwe yên başûr bi operasyonên nû temam bikin.”

Recep Tayyip Erdogan li Kizilcihamam a Enqerê beşdarî 30mîn Civîna Şêwirmendî û Nirxandinê ya AK Partiyê bû, û di merasima vekirina kampê de bal kişand ser amadekariyên operasyoneke nû ya di nav axa Sûriyê de, ku ew demek e li dijî Rojavayê Kurdistanê gefên pêkanîna operasyonekê dike.

Erdogan operasyonên berê yên artêşa Tirkiyê yên li derveyî sînor bi bîr xist û got: “Bi operasyonên Mertala Firatê, Çiqlê Zeytûnê, Kaniya Aştiyê, Mertala Biharê û operasyona Penç-Kilîdê ya ku di meha Nîsanê de dest pê kir, va me korîdora terorê ya ku li ser sînorê me yê başûr hat çêkirin şikand.”

Serokkomarê Tirkiyê diyar kir, “Em bi baldarî lêkolînan dikin daku kêmasiyên xeta xwe ya ewlehiyê ya li ser sînorên xwe yên başûr bi operasyonên nû temam bikin.”

Erdogan diyar kir ku bi kûrahiya 30 kîlometre ji sînorê Tirkiyê û Sûriyê "herêma ewlekariya Tirkiyê" ye û got, "Em naxwazin li vê qada ewlehiyê bêzar bibin, em ber bi wê ve pêngavan jî diavêjin."

"Zêdeyî 500,000 Sûrî vegeriyan herêmên ewle"

Serokomarê Tirkiyê di beşeke din a axavtina xwe de destnîşan kir ku hejmara dadger û dozgeran ji îro pê ve ji 9 hezar û 349an derketiye 22 hezar û 709an û got: “Ji bo têkoşîna li dijî koçberiya ne qanûnî me 26 navendên paşdevegerandinê ku kapasîteya wan 16 hezar kes e ava kirin. Zêdetirî 500,000 Sûrî vegeriyane herêmên ewle yên ku me ava kirine.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova beriya çend rojan têkildarî mijarê gotibû, “Em bi hêvî ne Enqere xwe dûrî wan karan bike ku dibe bibin sedema têkçûna ew rewşa hestyar û zehmet ku niha li Sûriyê heye. Tevgerek bi vî awayî bê razîbûna hikûmeta rewa ya komara Erebî ya Sûriyê dibe binpêkariyeke rasterast dijî serwerî û yekîtiya axa Sûriyê û dibe sedema zêdebûna aloziyan li Sûriyê.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî hişyarî daye Enqerê ku operasyoneke nû li bakurê Sûriyê pêk nehîne.

Antony Blinken gotiye, “Heman dilgiranî li ba me jî heye, ku her êrîşek nû dibe ku aramiya navçeyê jinav bibe û derfetê jî bide xirabkaran ku sûdê jê bibînin, em bi awayekî bibandor li gel hevbeşên xwe di şerê dijî DAIŞê de li Sûriyê berdewam dibin, û em naxwazin ti tiştekî bibînin gefê li wan hewlan bike ku kirine DAIŞ di wê sendoqê de bimînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 435 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:16:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x