Erdogan têkildarî êrîşa ser Rojava: Em ji bo êrîşê bi biryarin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew ji bo operasyoneke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê rijd û bi biryar in û got, ew li bendê ne ku hevalbendên wan fikarên wan fêm bikin û rêzê li operasyona muhtemel a Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê bigirin.

09.06.2022, Per - 13:53

Erdogan têkildarî êrîşa ser Rojava: Em ji bo êrîşê bi biryarin
Nuçe Belav bike

Recep Tayyip Erdogan ku îro Pêncşembê 9ê Hezîranê li Îzmîrê beşdarî tetbîqata "EFES 2022" ya artêşa Tirkiyê bûbû, amaje bi operasyonên derveyî sînor ên artêşa welatê xwe yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê kir û ragihand, di sala 2016an de operasyona “Mertala Firatê”, sala 2018an “Çiqilê Zeytûnê”, di sala 2019an de “Kaniya Aştiyê” û herî dawî operasyona Penc-Kilîd hatine pêkanîn.

Erdogan got: “Em gav bi gav biryardariya xwe ya ji bo parastina sînorên xwe bi xeteke ewlehiyê ya 30 kîlomêtre kûr bi cih tînin. Polîtîkaya rewa ya ewlehiyê ya Tirkiyê ne tenê rêxistinên terorê ji sînorên me dûr dixe, di heman demê de aştî û aramiya cîranên me jî pêk tîne.”

Serokkomarê Tirkiyê careke din destnîşan kir ku ew rê nadin li sînorên wan ê başûr “korîdoreke terorê” bê avakirin û diyar kir, Mafê wan ê herî xwezayî ye ku ew li bendê bin ku hevalbendên wan fikarên me fêm bikin.

Erdogan got: “Ez careke din radigihînim ku em ti carî rê nadin ku di binê sînorên welatê xwe de korîdorên terorê bên avakirin û ji bo vê yekê jî tekez em dê parçeyên winda yên xeta xwe ya ewlehiyê temam bikin. Em hêvî dikin ku ti hevalbend û dostên me yên rast li dijî van fikarên ewlekarî yên rewa yên welatê me nebin û bi taybetî rêxistinên terorîst tercîh nekin. Mafê me ye ku em ji hevalbend û dostên xwe hêvî bikin ku fikarên me yên rewa yên di vê mijarê de fam bikin û rêzê lê bigirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 507 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:58:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x